Adar 24, 2019 15:37 Asia/Tehran
  •  Ebdulfetah El-Sîsî û Adil Ebdulmehdî li Qahirê hevdîtin û gotûbêj kirin

Serokwezîrê Iraqê û serokkomarê Misrê li hevdîtina xwe li Qahirê ser berfirehkirina peywendiyan û zêdebûna hevkariyên navbera her du aliyan teqez kirin.

 Li gorî rapora televaîyona El-Iraqiyê, Adil Ebdulmehdî serokwezîrê Iraqê dema gihêşt Qahira paytexta Misrê bi Ebdulfetah El-Sîsî, serokkomarê Misrê re hevdîtin pêk anî.

Eva yekim sefera derveyî ya Adil Ebdulmehdî ji dema  bi desthilatbûna wî ye ku du rojan dê bikşîne.

 Her du aliayn li vê hevdîtinê ser xurtkirina peywendî û hevkariyên navbera her du welatan teqez kirin.

 Ebdulmehdî li press konferansa hevpar bi serokkomarê Misrê re, ser hez û meyla her du welatan bo berfirehkirina peywendiyan û hevkariya  li warê rawestana li ber terorîzmê teqez kir.

 Serokwezîrê Iraqê her wiha diyar kir ku sefera wî ya Qahirê nîşana elaqeya Bexadyê bo berfirehkirina peywendiyan bi Misrê  welatê dost û bira re  ye.

 Ebdulmehdî got: Iraq li dû pêkanîna  peywedniyên herî berfireh bi dost û birayên ereb, welatên misilman ku li cîranetiya Iraqê de ne û her wiha welatên  navçê û cîhanê ye.  Misr di destpêka van seferana de ye û yekim sefera derve ya min bo Misrê hin peyamên xwe hene. Beriya min Berhem Salih serokkomarê Iraqê sefera Misrê kir û sefera wî pir serketî bû û rewş bo vê seferê xweş kir emê damezrandina bêmînak a peywendiyan li asta herî bilind bidomîmin û berpirsên  pilebilind sefera vî welatî dikin û em li benda sefera serokkomarê Misrê bo Iraqê ne.