Adar 23, 2019 17:44 Asia/Tehran
  •  Iraq: Gotinên Trump li bara Golanê, binpêkirina qanûnên navneteweyî ye

Wezareta Karên derve ya Iraqê gotinên serokkomarê Emerîkayê li bifermînaskirina hakimiyeta Rejîma Siyonîstî ser Golana Sûriyê neqanûnî da zanîn û teqez kir: Ev kiryara binpêkirina qanûnên navneteweyî ye.

 Donald Trump serokkomarê Emerîkayê, pêncşemiya buhurî li twîtera xwe nivîsî: Niha dema wê hatiye ku  piştî 52 salan,Waşengtonê serweriya Îsraîlê ser bilindahiyên Golanê bi fermî nas bike.

 Li gorî rapora malpera Someriye News`ê, Ehmed El-Sehaf berdevkê Wezareta karên derve ya Iraqê roja  şemiyê li daxûyaniyekê raghand: Bi fermînaskirina hakimiyeta Îsraîlê dagirkir ser Golana  Sûriyê tê wateya  meşrûzanîna dagirkeriyê ye.

 Pêştir Wezaeta karên derve ya Sûriyê li daxûyaniyekê bal kişand  ser vê yekê ku  biryara Trump binpêkirina biryarnama  497an a Konseya Ewlehiyê ya Rêxistina Neteweyên Yekbûyî ye û raghand:  Emerîka bêrêziyê  li meşrûbûna navneteweyî dike û birayranemyên wê binpê dike.

 Biryarnama 497`an a Konseya Ewlehiyê ya Rêxistina Neteweyên Yekbûyî,pêşnumaya  sala 1981`an  ku piraniya  endaman ji wan Emerîka dengê xwe danê, biryara  Rejîma Siyonîstî û kiryarên wê li bara Golanê tam red kir û plana  zêdekirina Golanê li erdên dagirbûyî îbtal kir.