Adar 22, 2019 12:35 Asia/Tehran
  • Li Iraqê sê roj şîna gelêrî hate ragihandin

Serokwezîrê Iraqê Adil Ebdulmehdî ji ber bûyera Çemê Dîcleyê li Mûsilê ku çûye vî bajarî 3 roj şîna giştî li Iraqê ragihand.

Piştî nûqbûna belêmekê li Çemê Dîcleyê li parêzgeha Mûsilê Serokwezîrê Iraqê serdana Mûsilê kir û got: “Heta niha 85 hemwelatiyên me koça dawî kirine û 55 kes jî hatine rizgarkirin.”

Ebdûlmehdî herwiha da zanîn ku lîjneyeke dê bihête damezirandin û wê berpirsên vê bûyerê bihêne cezakirin.

herwiha serokwezîrêm Iraqê ji ber vê karesata bajarê Mûsilê sê roj şîna giştî ragehand.

Serokê Partiya Demokrat a Kurdistana Iraqê Mesûd Barzanî û serokwezîrê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî jî her yek di peyamên cuda de sersaxiya malbatên qurbaniyên bûyera bajarê Mûsilê kirin û alîkariya xwe û piştgiriya hemû dezgehên Hikûmeta Herêma Kurdistanê ji bo malbatên bûyerê diyar kirin.

Dûhê 21.03.2019an belemek di nava Çemê Dîcleyê da li nêzîkî Mûsilê wergeriya û di encamê da bi dehan kes bûne qurbanî.