Adar 22, 2019 12:25 Asia/Tehran
  • Li çemê Dicle belem binav bû, 71 welatiyan can dan

Li Mûsilê, li çemê Dicle belemek binav bû û ligor agahdariyan heta niha 85 welatiyan jiyana xwe jidest daye.

 K24 ji zarê Cîgirê Parêzgarê Kerkûkê Abdulqadir Şingalî ragihand ku di encama binavbûna belemekê li çemê Diclê de 71 welatiyên iraqî canê xwe jidest dane, lê ev hejmar ber bi zêdebûnê ve diçe. Lê belê serokwezîrê Iraqê Adil Ebdulmehdî ku çûye Mûsilê diyar kir ku heta niha 85 hemwelatiyêniraqî can dane û 55 kes jî hatine rizgarkirin.”

Beşek welatî yên ku rizgarbûyên bûyerê ne diyar kirine ku hin jin û zarok binav bûne û nekarîne bên rizgarkirin.

Personalên hawarçûnê xwe gihandin cihê bûyerê û hewla rizgarkirina mirovên ku binav bûne, dikin.

Li gor agahdariyên K24 tîmên hawarçûnê ji Hewlêr û Dihokê jî gihiştine Mûsilê. Herweha gelek brîndar bo bajarên Herêma Kurdistana Iraqê hatine veguherstin.