Adar 17, 2019 16:58 Asia/Tehran
  • Parlemana Iraqê Siyaseta Amerîka li hemberî Heşda Şeibî binpêkirina hakimiyeta Iraqê ye

Komîteya ewlehî û berevaniya Parlemana Iraqê bertek nîşanî gotinên berdevkê wezareta karên derve ya Amerîkayê nîşan da û ragihand: Heşda Şeibî îznê nade Amerîka bibe qeyumê Iraqê.

Robert  Paladîno berdevkê wezareta karên derve yê Amerîka vê dûmahîkê ragihandibû ku hêzên Heşda Şeibî hêzên firqeyî di nav Iraqê da ne.

Li gor rapora telivîzyona Al-Alamê: Ebas El-Ismayîlî endamê  Komîteya ewlehî û berevaniya Palrlemana Iraqê gote ajansa nûçan a El-Meilûme ku hêzên Heşda Şeibî parek girîng ji sîstema ewlehiya Iraqê ne û li hemberî terorîstên DAIŞ`ê jî serketin.

Ebas El-Ismayîlî bal kişande ser viya ku derbelêdana bi Heşda Şeibî bi wateya binpêkirina hakimiyeta Iraqê ye ragihand: Waşîngton hema bi berfirehî dixebite ku Heşda Şeibî hilweşîne lê ev siyaseta Amerîka hertim rastî işkestê tê.

Wî got: Parlemana Iraqê li rojên pêşber da dê îmzayan kom bikin ji bo derxistina hêzên amerîkî ji nav axa Iraqê.

Mehmûd El-Rebîyî berdevkê nivîsgeha siyasî ya Esaêbê Ehlê heq jî li vê barê got: Siyasetên karbidestên Amerîka nabe sebeb ku Heşda Şeibî û feraksiyonên siyasî yên nav Iraqê dest ji hedef û armancên xwe berdin.