Adar 11, 2019 13:17 Asia/Tehran
  • Pêgiriya Wezîrê karên derve yê Iraqê li ser berfirtehkirina pêwendiyên dualî digel Îranê

Wezîrê karên derve yê Iraqê li ser pêwîstiya berdewamî ûberfirehkirina hevkariya navbera du welatan li warên cûrbicûr di asta herî bilind da pêgirî kir.

Li gorî rapora Kanala têlêvîziyonî ya El Irqiyê, Wezîrê karên derve yê Iraqê, Mihemed Elî Hekîm li civîna xwe ya hevpar a çapemeniyê digel Mihemed Cewad Zerîf, Wezîrê karên derve yê Komara Îslamî ya Îranê,  li bexdayê got: Li hevdîtina roja Yekşemiyê digel Zerîf derbarê têgihîştinnameyên ku biryar e navbera îran û Iraqê werin wajokirin, her wiha derbarê mijar û meseleyên hevpar ên dualî, miajrên navçeyî û navneteweyî ji wan rewşa Sûriyê gotûbêj hat kirin.

Wezîrê karên derve yê Iraqê ji rola Îranê li warê alîkariya bo Iraqê jibo jinavbirina koma têrorîst a DAIŞê sipasî kir û her wiha got: Hewildanên Îranê di vî warî da tam ron û zelal bûn.

Mihemed Elî Hekîm derbarê sefera îro ya Hesen Rûhanî, Serokê Komara Îslamî ya Îranê bo Iraqê got: Ev sefer xwedan girîngiya dîrokî ye û dide sebeba xurtbûna pêwendiyên navbera du welatan.

Mihemed Cewad Zerîf, Wezîrê karên derve yê Komara Îslamî ya Îranê roja Şemiyê jibo pêkanîna pêdiviyên sefera Hesen Rûhanî gihîşte Bexdaya paytexta Iraqê.