Adar 10, 2019 16:25 Asia/Tehran
  • Wezîrê Petrolê yê Iraqê: Gotûbêjên Hewlêr û Bexdayê li ser petrolê dê zûtirkê dest pê bibin

Wezîrê Petrolê yê Iraqê tevî amajeya bi vê yekê ku hîn Herêma Kurdistana Iraqê tu petrolek nedaye dewleta Iraqê, destnîşan kir ku bi zûtirkê gotûbêjên Hewlêr û Bexdayê derbarê mijarên navbera wan da dest pê dibe.

Li gorî rapora Kurd Pressê ji zarê Kanala Kurdî ya NRT'yê, Samir Xezban, Wezîrê Petrolê yê Iraqê tevî ragihandina vê yekê ku dewleta Herêma Kurdistanê heta bermîleka petrolê ji petrola diyarkirî di mûçeya sala 2019an a Iraqê nedaye dewleta navendî, got: hewildanên du aliyan bi awayekî ciddî jibo lidarxistina civînên petrolê didomin û Hewlêr û Bexda bi zûtirkê gotûbêja xwe di vî warî da dest pê dikin.

Wezîrê Petrolê yê Iraqê got ku heta niha ji ber paşdaxistina damezirandian dewleta nû ya Iraqê û eva ku dewleta Iraqê mijûlî mijara kemilandina dewletav Adil Ebdulmehdiyê serokwezîrê Iraqê bûye, tu gotûbêjek derbarê mijarên petrolê navebra Hewlêr û Bexdayê pêk nehatiye, lê ev civîn di rojên tê da navbera rayedarên Herêmê û dewleta Iraqê pêk tê.

Wî got ku dewleta Herêma Kurdistanê rojê 40 hezar bermîl petrolê berhem tîne û li gorî qanûna mûçeya giştî ya sala 2019an a Iraqê, erka Herêmê ye ku di berdêla wergirtina pişk û para xwe ji mûçeyê, rojê 250 hezar bermîl petrolê radestî dewleta navendî ya Iraqê bike û eger vê qasa petrolê nde, mûçe jî ji aliyê Bexdayê va tê birrîn û Hewlêrê heta niha ti petrolek radestî Bexdayê nekiriye.