Adar 10, 2019 15:09 Asia/Tehran
  • Tevgera Sedir a Iraqê: Serkirdeyên DAIŞê li cem amerîkiyan in

Birêvebirekî Tevgera Sedir a Iraqê ragihand: Ebûbekir El-Bexdadî serkirdê DAIŞê û endamên din ên derecebilind ên vê koma terorîst li bajarokê Baxûzê li cem amerîkiyan in.

Li gor IRIB Newsê, Hakim El-Zamilî duh di hevpeyvîna bi televîziyona Al-Mayadeen a Libnanê de got: Terorîstên ku HSDê ew radestî Iraqê kirine îtiraf kirine ku Amerîka piştgiriyê dide koma terorîst a DAIŞê û di vê çarçovê de diyar dikin ku Ebûbekir El-Bexdadî serkirdeyê DAIŞê li Baxûzê ye.

El-Zamilî herwiha got ku li gor îtirafa terorîstan çend ton zêr û mal û heyiya ku terorîstan ji Iraqê dizîne niha li bajarokê Baxûzê ne.

Di vê navberê de Birêvebirê Navenda Mafên Mirovan ya ser bi mixalifeta Sûriyê li Londonê berî viya ragihandibû ku terorîstên DAIŞê zêde ji 40 ton zêrên Sûriye û Iraqê dizîbûn û ev zêrana li devera herî dawiyê ya bindestê DAIŞê ye  ku hevalbendiya Amerîkî dixebita wê ji destê terorîstan derxe û niha pir muhtemel e ew zêrana bikeve destê amerîkiyan.