Seyd Emar Hekîm: Nabe Iraq bibe meydana şerê biwekalet û meqerek bo destdirêjiya ser welatên cîran
Serokê Hevpeymaniya Reform û Avedankirinê bal kişand ser pêwîstiya wêdedanîna pisgirêkan bona dabînkirina xwestekên gelê Iraqê û destnîşan kir ku nabe ev welata bibe meydana şerê biwekalet û meqerek bo destdirêjiya ser welatên cîran.
Li gorî rapora Kurd Pressê û ji zarê Someiye News`ê, seyd Emar Hekîm, rêberê Tevgera Himeya Neteweyî û serokê Hevpeymaniya Reform û Avedankirinê, îro berî nîvro li axiftinekê li merasima rêzgirtina ji roja şehîdan li Iraqê got: DAIŞ`ê hema bi bîr û hizr, berneme û şaxên xwe yên nepenî û çalak maye û em hevcedarê piştgiriya hemî saziyên ewlehiyê bona jinavbirina endamên mayî yên vê koma terorîstî ne. Divê em pêşiya her cure qelişt û pirsgirêka ewlehiyê ku me vegerîne bêewlehiyê û gefê li ewlehiya me bixwe, bigrin û tişta ku vê dawiyê qewimî nîşan da ku divê em bala xwe bidin ser vê meselê û wê bixin rojeva xwe û piştgiriyê bidine saziyên ewlehiyê jî bona rawestana li ber terorîzmê.
Rêberê Tevgera Himeya Neteweyî bal kişand ser vê yekê ku divê çek û sîleh t bi tenê di destê dewleta Iraqê de bin û bi tenê saziyên fermî xebata eskerî û ewlehiyê bikin û destnîşan kir: Yekperçetiya Iraqê, hurmeta xwîna welatiyên wê, welatîbûn, qanûn, hakimiyet, xizmet, azadî, zelalbûn û howiyet û şûnasa neteweyî ji wan prensîpan in ku nabe destdirêjiyê ser wan bikin an li hember wan bêtifaqî û pisgirêka me hebe.
Hekîm her wiha destnîşan kir: divê Iraq rola aşitîçêker li navçê hebe û bibe navenda aramî û ewlehiyê li Rojhilata navîn. nabe em bihêlin ku Iraq cardinê bibe meydana kêşe, safîkirina hesaban û şerên bi welaket û bibe meqerek bona destdirêjiya ser welatên cîran.
Serokê Hevpeymaniya Reform û Avedankirinê tevî dijberiya li hember her cure mayîna hêzên cengî yên biyanî li Iraqê an hebûna meqera eskerî li axa vî welatî destnîşan kir ku mayîna eskerên biyanî bi tenê divê bona hevkarî û hevahengiyê be ku mahiyet, ast û dema wê jî dewleta Iraqê li çarçoveya berjewendiyên bilind ên vî welatî kivş dike û li vê barê got: Em dixwezin Iraq, serbixwe, aram û ewleh, bi qawet û geş, bibe navenda hevkarî û hevdengiya li çarçoveya berjewendiyên xwe û cihhatina ewlehî û aramiya li navçê û cîhanê.