Adar 08, 2019 11:38 Asia/Tehran
  • Serokomarê Iraqê: Diqewime têrorîstên neiraqî bên darvekirinê

Serokomarê Iraqê ragihand ku diqewime hikmê darvekirina têrorîstên bîyanî yên DAIŞ`î li vî welatî were dayînê.

Li gorî rapora Ajansa Nûçan a Reutersê, Serokomarê Iraqê Berhem Salih got: Têrorîstên DAIŞ`î yên bîyanî heke li Iraqê dîwana were kirinê, diqewime ku cezaya darvekirinê ji wan re bê kivşkirinê.

Berî vîya Berpirsê Dosîya Mafên Mirovan li Wezareta Dadwerîya Iraqê Kamil Emîn amajeyî hebûna zêde ji 700 têrorîstên DAIŞ`î yên bîyanî di zîndanên Iraqê de kir û dîyar kir: Pişkeke wan endamên DAIŞ`ê zarok û tezelaw in ku yê wan bizvirînin welatên wan û hinek ji wan jî ku li Iraqê jidê bûne, yê li vî welatî dîwana wan bikin.