Balyozê Iraqê wezîfenameya xwe raberî wezîrê karên derve yê Îranê kir
Adar 06, 2019 16:30 Asia/Tehran
Sed Ebdulwehab Cewad Qendîl balyozê nû yê Iraqê li Têhranê, roja çarşemiyê tev Muhemed Cewad Zerîf wezîrê karên derve yê Komara Îslamî ya Îranê hevdîtin pêk anî û erknameya xwe raberî wî kir.
Sed Ebdulwehab Cewad Qendîl, balyozê nû yê Iraqê li Têhranê dewsa Racih Sabir Ebûd El-Mûsewî de rûnişt.
Cewad Qendîl pêşîna endametiya li civata bilind a Îslamî ya Iraqê û balyoztiya Iraqê li Fenlandê li karnama xwe de heye.