Feb 21, 2019 18:46 Asia/Tehran
  • Desthilatdariyên sergêrê parêzgariya Kerkûkê ji aliyê Bexdayê ve hatin kêmkirin

Birêvebirê taxima dewleta Iraqê li hikmekê, desthilatdariyên qanûnî yên sergêrê parêzgariya Kerkûkê bi taybet di warê çalakiya kompaniyên ewlehî û derfirotina berhemên niftî yên vê parêzgehê, kêm kirin.

Li gorî rapora Ajansa nûçeyan a Xendanê, li hikmekê ku ji aliyê birêvebirê taxima dewletê ya Iraqê ve hate dayîn, hatiye ku desthilatdariyên qanûnî yên Rakan Cibûrî, sergêrê parêzgariya Kerkûkê bi taybet li ser çalakiya kompaniyên ewlehî, veguhestina kelûpelan û berhemên niftê û hasinan, ji aliyê dewleta Iraqê ve kêm bûne û ji nihê pêve li parêzgariya Kerkûkê destûrxebatên nû yên ku taxima dewletê dide wê werin cihanîn.

Anegorî vî hikmî, herwiha hemî fermanên ku bi îmzeya Rakan Seîd Cibûrî ve jî hatine dayîn îbtal bûne.

Birêvebirê taxima dewleta Iraqê bi vê hikmê desthilatdariyên sergêrê parêzgariya Kerkûkê heya asta hêsankarî û cihanîna destûrxebatên ku ji aliyê taxima dewletê ve hatine dayîn û hevdengiya di navbera hêzên ewlehiyê li çalakiyên têkildarî parêzgeha kerkûkê, bisînor bûne û Cibûrî bêyî îzn û qebûlkirina birêvebirê taxima dewleta Iraqê yan jî wezîrên têkildar, wê nekaribe li karûbarên parêzgehê fermanna bide û îmzeyan lêxe.

Nêrîn