Sibat 20, 2019 18:40 Asia/Tehran
  • Pişkdarîya Îranê di jinûveavakirina Iraqê de destpê bû

Balyozê Komara Islamî ya Îranê li Bexdayê ragihand ku pişkdarîya Îranê di jinûveavakirina Iraqê de destpê bû.

Balyozê Komara Islamî ya Îranê li Bexdayê Îrec Mescêdî li koma serok û endamên Civata Şarê Beledê li parêzgeha Selahedîna Iraqê herwiha got: Îran çawan ku dema şerê dijî DAIŞ`ê de li rex gel û dewleta Iraqê bû, di jinûveavakirina şarên vî welatî de jî micidd e.

Mescêdî pêgirî kir ku hîç tiştek nikare her du gelên Îran û Iraqê ji hev cida bike, got: Şirketên îranî pişkdarîya di jinûveavakirin û xurtkirina binesazîyên Iraqê destpê kirine û ev yeka yê bi awayekî ciddî bidome.

Sefîrê Îranê yê li Bexdayê herwiha amajeyî seredana vê dawîyê ya Wezîrê Ceryana Iraqê bo Têhranê û rêketinamên hatine wajokirinê kir û got: Bi hewildana şirketên îranî yê qeyrana kêmasîya ceryana Iraqê di 3 heta 4 salan de were çareserkirin.

Serok û hin endamên Civata Şarê Beledê jî qedrê Komara Islamî ya Îranê ji ber pişttgirîya ji Iraqê girtin û xwestin ku hevkarîyên aborî bên berfirekirinê û şirketên îranî li vî şarî pişkdar bibin.