Pêgirîya Bexdayê ser dijberiya li hember mayîna eskerên emerîkî li Iraqê
Nûnerê taybet ê Serokwezîrê Iraqê li çaremîn konferansa navneteweyî ya`` şerê medyayî û fikrî li hember DAIŞ`ê got: Bexda dijberê mayîna eskerên biyanî û damezirandina meqerên eskerî yên Emerîkayê li axa Iraqê ye.
Li gorî rapora IRNA`yê, Falih Feyaz, şêwirmendê serokwezîrê Iraqê li karûbarên ewlehiya neteweyî û nûnerê taybet ê serokwezîrê Iraqê li çaremîn konferansa navneteweyî ya şerê medyayî û fikrî li hember DAIŞ`ê, ku roja çarşemiyê li Bexdayê hat lidarxistin, destnîşan kir: Hevhatina Iraqê bi hevalbendiya navneteweyî re bi tenê li bara rawestana li hember DAIŞ`ê û perwerdeya eskerî ya hêzên Iraqê ye û tu hevhatinek li bara bi cihbûna eskerî ya van hêzana an meqerên van ên eskerî li axa Iraqê tine.
Şêwirmendê serokwezîrê Iraqê li karûbarên ewlehiya neteweyî û nûnerê taybet ê serokwezîrê Iraqê spasiya hewldanên Komara Îslamî ya Îranê bona alîkariya bo Iraqê bona sekinîna li hember koma tekfîrî siyonîstî ya DAIŞ`ê kir û got: Iraq dijberê vê yekê ye ku axa vî bibe meqera derbelêxistina li welatên din.
Coy Hûd kardarê balyozxana Emerîkayê li Bexdayê jî li vê konferansê îdia kir : Emerîkayê tu meqereke eskerî li axa Iraqê tine û hemî meqrên ku hêzêzn emerîkî têde ne bi beşdariya hêzên Iraqê ye.
Kardarê balyozxana Emerîkayê li Bexdayê her wiha dilêşiya xwe ji medya navçê ku WAşengtonê bi pêkanîna kom a terorîstî ya DAIŞê tawanar dikin û îdia kir: Raghandinên bi vî rengî bona xalifandina raya giştî cih tên.
Gotinên vî rayedarê emerîkî li halekê ne ku Donald Trump serokkomarê Emerîkayê pêştir eşkere teqez kiribû: Dewleta Barak Obama DAIŞ, pêk aniye û Hîlarî Kilinton wezîra karên derve ya Emerîkayê ya wê serdemê li pêkanîna vê teşkîlata terorîstî dest hebûye.