Sibat 18, 2019 11:12 Asia/Tehran
  • Berhem Sali: hebûna hêzên biyanî li Iraqê divê li ser daxwaza Bexdayê be

Serokomarê Iraqê destnîşan kir ku hebûna hêzên biyanî li Iraqê divê bi daxwaza dewleta vî welatî be,.

Li gorî rapora Kurd Pressê, Berhem salihê Serokomarê Iraqê li hevdîtina bi Cozêf Votêl, Fermandarê Erkantiya Fermandetiya Navendî ya Artêşa Amerîkayê (CENTCOM) û destyea pêra tevî pêgiriya li ser pêwîstiya rêzgirtina li berevaniya ji hakimiyeta Iraqê got ku hebûna her cûre hêza biyanî jibo piştevaniya li warê têkoşîna dijî têrorê divê li ser daxawza dewleta vî welatî di çarçova armancên lihevkirî be.

Salihî got: Jinavbirina dawiyê ya têrorîsmê hewcedarê hevkarî û soza civata navneteweyî bo piştevanî û piştgiriya ji welatên ziyandîtî û jinûve avedankirina wan e.

Cozêf Votêl, Fermandarê Erkantiya Fermandetiya Navendî ya Artêşa Amerîkayê (CENTCOM) roja Yekşemiyê jî dighel Adil Ebdulmehdiyê serokwezîrê Iraqê li Bexdayê hevdîtin pêk anî.

Hêzên amerîkî ku di sala 2011an da ji ber têkçûn û serneketinên berdewam, neçar man axa Iraqê biterkînin, di sala 2014an da bi mehneya şerê dijî koma têrorîst a DAIŞê di serê hevpeymaniyeka qaşo navneteweyî cardinê vegeriyasn nav axa Iraqê.

Hebûna çekdarên amerîkî li Iraqê vê dawiyê bûye yek ji mijarên bi gengeeşe li nav aliyên siyasî yên vî welatî. Gellek ji komên iraqî û gel li dijî hebûna çekdarên amerîkî li Iraqê ne.