Sibat 18, 2019 09:45 Asia/Tehran
  • Têkçûna têrorîstên DAIŞê li Xaneqînê

Hêzên seferberiya Gelanî yên Iraqê nasyar bi Heşda Şeibî roja Yekşemiyê hewildana têrorîstên DAIŞê jibo êrîşa li ser rawestgeheka lêgerînê li derdora bajar Xaneqînê li parêzgeha Diyaleyê li rojhilata Iraqê pûç kirin.

Li gorî rapora IRIB Newsê, Hêzên seferberiya Gelanî yên Iraqê nasyar bi Heşda Şeibî Çarşemiya bihurî jî karîbûn ku 30 welatiyên sivîl ku ji laiyê koma têrorîst a DAIŞê li rêzeçiyayên Mekhûlê li parêzgeha Selahedînê li bakurê vî welatî hatibûn dorpêçkirin, bifilitînin.

Tevî têkçûna koma têrorîst a DAIŞê li Iraqê, hîn jî hejmareka çeteyên vê koma têrorîst li navçeyên cûrbicûr ên vî welatî hene û bi awayê perate kiryarên têrorîstî cih tînin.