Sibat 17, 2019 20:10 Asia/Tehran
  • Serokê Heşdi Şeibî ya Iraqê: Îranê di şerê dijî DAIŞ`ê da alîkarîya Iraqê kir

Serokê Sazîya Heşdi Şeibî û Civata Ewlehîya Netewî ya Iraqê got: Îran tenha welatek bû ku di dema sekinîna li hemberî DAIŞ`ê da alîkarîya Iraqê kir.

Serokê Sazîya Heşdi Şeibî û Civata Ewlehîya Netewî ya Iraqê Falih Feyyaz ji ber helwestên Amerîkayê yên dijî Îranê rexne kir û pêgirî kir: Iraq û Îranê di dirêjahîya dîrokê da hertim peywendî hebûne û wekî welatên cînar ji bo berfirekirina hevkarîyên dostane hewil didin.

Wî bal kişand ser gotinên vê dawîyê yên Alîkarê Serokomarê Amerîkayê Mike Pence derbarê Îranê li Konfiransa Ewlehîyê ya Monîxê û got: Welatên navçê û ewrûpî dê sîyaseta Amerîkayê ya dijî Îranê berçav negirin.

Alîkarê Serokomarê Amerîkayê Mike Pence roja înîyê piştî işkesta civîna Werşoyê ku Wşaîngtonê dijî Îranê lidar xist, got ku Îran wekî Nazîyan dijberîya Cihûyan dike.

Serokê Sazîya Heşdi Şeibî û Civata Ewlehîya Netewî ya Iraqê Falih Feyyaz herwiha gotinên rayedarên Amerîkayê ku dibêjin koma têrorîst a DAIŞ`ê tam têk çûye, ji ber damezirandina koma nû ya têrorîst a li gorî hizrên wek yên DAIŞ`ê li herêmê dilgiranîya xwe nîşan da.