Hewla Amerîkayê ji bo pêkanîna komeke din ê çekdar li rojavaya Iraqê
Endamekî Komîsiyona Berevanî û Ewlekariyê ya Meclisa Iraqê diyar kir ku Amerîkayê alîkariya hejmarek ji şêx û serokeşîrên parêzgehên rojavaya Iraqê dike ji bo pêkanîna komeke nû ya çekdar û di vê navberê de li wir dixebite ji leşkerên xwe re jî bargeheke mezin çê bike.
Li gor nûçeya Kurdpressê, endamekî Komîsiyona Berevanî û Ewlekariyê ya Meclisa Iraqê ku nexwest navê wî were girtin, got: Amerîka alîkariya diravî û fînansî dide hejmarek ji şêx û serokeşîrên parêzgehên rojavaya Iraqê ji bo ku ji nav mêr û ciwanên eşîretên xwe komeke nû ya çekdar pêk bînin û di vê navberê de li wir dixebite ji leşkerên xwe re jî bargeheke mezin çê bike ji bo mayîna wan li Iraqê.
Vî parlemanterî herwiha got: Amerîka li Bexdayê bertîlê dide hin parlemanteran ji bo ku ew zext û zorê bînin ser dewleta fedral da ku koma kirêgirtiyên Amerîkayê ya parêzgehên rojavaya Iraqê bêxe nav hêzên ewlekariya Iraqê.