Sibat 16, 2019 18:14 Asia/Tehran
  • Hevalbendiya amerîkî 20 hezar sivîl li Sûriye û Iraqê kuştine

Çavkaniyeka mafên mirovan li Iraqê ragihand: Hêzên Hevalbendiya Navnetewî ya qaşo dijî DAIŞ`ê bi serkirdayetiya Amerîkayê, heya niha 20 kesên sivîlan li welatên Sûriye û Iraqê kuştine.

Li gorî rapora IRNA`yê, Elî Ekrem El Beyatî, endamê komîsaryaya bilind a Mafên Mirovan a Iraqê, roja Şemiyê li daxuyaniyekê herwiha got: "Tevî hemî hewldanan ji bo şerrê dijî terorîsmê li Iraq û Sûriyê, amarên fermî yên Rêxistina Netewên Yekgirtî (NY) li ser hejmara sivîlên kuştî dilgiranker in".

Endamê komîsaryaya bilind a Mafên Mirovan a Iraqê, got: "Eva li halekî ye ku Hevalbendiya Amerîkî berî niha hejmarek pirr kêmtir a sivîlên ku di encama bombebaranên wan hatine kuştin weşandibû û herwiha îdia kiribû ku kuştina sivîlan biqesd nebûye".

Partî, kesayetî û raya giştî ya Iraqê ji salekê beriya niha bi ragihandina bidawîhatina leşkerî ya DAIŞ`ê li vî welatî, bi awayekî cidî xwestine ku hevalbendî û di serê wê de jî Amerîka ji axa welatê wan derkevin.

Hevalbendiya Navnetewî ya qaşo dijî DAIŞ`ê li dewra serokomartiya Obama bi armanca îdiakirî ya şerrê dijî terorîstên li Iraq û Sûriyê pêk hat. Eva li halekê ye ku anegorî raporên fermî, Amerîka û şirîkên wê yên rojavayî û ereb ji pêkhîner û piştgirên sereke yên pereyî û locêstîkî yên komên terorîstên wek DAIŞ`ê têne hesêb.