Sibat 13, 2019 19:55 Asia/Tehran
  •  Ebdulmehdî li bara operasyona pêşîlêgirtinê ya li hemberî DAIŞ`ê nav axa Iraqê agahî da

Serokwezîrê Iraqê li bara bêencamhiştina her cure hewldana DAIŞ`ê bo pêşdeçûna nav axa welatê xwe û girtina pêşiya bicihbûna dubare ya endamên wê li navbera parêzgehên Kerkûk û Selahedînê agahî da.

 Li gorî rapora Bexda Yewmê, Adil Ebdulmehdî, serokwezîr û fermandê giştî yê hêzên çekdar ên Iraqê, berêvara sêşemiyê li civîna xwe ya heftiyê piştî lidarxistina civîna  taxima dewletê destnîşan kir ku li çarçoveya bêencamkirina  her cure hewldana  koma  terorîstî ya DAIŞ`ê bona pêşdeçûna ber bi axa welatê xwe, operasyona berîgîriyê cih anîn.

 Ebdulmehdî li vê barê destnîşan kir ku Tu derfetkê nadin terorîstan ku cardinê li navbera parêzgehên Kerkûk û Selahedînê li bakurê Iraqê bi cih bibin.

 Serokwezîrê Iraqê her wiha raghand ku piraniya nûçên hilêxistî li medya curbicur li bara beşdariya eskerî ya Emerîkayê li welatê xwe,  rasitiyên  nivîşkan tên hesabê û ne nihêrîna  dewleta wî ne.

  Ebdulmehdî tevî ku li bara amadekirina  lidarxitsina  civînekê bo hemî nivîsgehên  raghandinê yên wezaretxaneyên  curbicure dewleta Iraqê bona  piştgiriya ji zelalbûna weşandina lêzanînan agahî da, teqez kir ku  bi gelek babetên  giring ên  gendeliya aborî û îdarî hesiyane û bi zûtirkê dê encamên hewldanên xwe li vê barê raghînin.