Sibat 13, 2019 18:00 Asia/Tehran
  • Pêkutîya Amerîkayê ser mayîna leşkerên vî welatî li Iraqê

Sergêrê Wezareta Berevanîya Amerîkayê pêgirî li ser pêwîstîya mayîna leşkerên vî welatî li Iraqê kir.

Li gorî rapora Ajansa Nûçan a Reutersê, Sergêrê Wezareta Berevanîya Amerîkayê Patrîk Şanan got ku wî di hevdîtina vê dawîyê ya digel Serokwezîrê Iraqê Adil Evdilmehdî da ew dilnîya kirîye ku leşkerên maerîkî yê li Iraqê bimînin.

Sergêrê Wezareta Berevanîya Amerîkayê bicihbûna hêzên amerîkî li Iraqê biryarek li gorî daxwaza Bexdayê zanî.

Eva di halekî da ye ku Komsyona Ewlehî û Berevanîyê ya Parlimana Iraqê ji bo pejirandina qanûna derketina hêzên bîyanî yên neqanûnî ji wan leşkerên maerîkî ji Iraqê ketîye dewrê.

Serokomarê Amewrîkayê Donald Trump çendekê berî niha bi gotina vê hevokê ku leşkerên welatê wî ji bo çavdêrîya ser karên Îranê yên li navçê li Iraqê ne, bû sedema hêrsbûna rayedarên Bexdayê.