Sibat 13, 2019 16:12 Asia/Tehran
  • Serokwezîrê Iraqê: Iraq damezirandina baregehên leşkerî û fermanên bîyanîyan qebûl nake

Serokwezîrê Iraqê di hevdîtina digel Sergêrê Wezareta Berevanîya Amerîkayê li Bexdayê da pêgirî kir ku Iraq li dijî damezirandina baregehên leşkerî yên bîyanîyan li wî welatî ye.

Serokwezîrê Iraqê Adil Evdilmehdî di hevdîtina digel Sergêrê Wezareta Berevanîya Amerîkayê Patrick Shanahan li Bexdayê de herwiha got ku Iraq di biryardayînê da serbixwe ye û nakeve ber bandora hîç alîyekî.

Serokwezîrê Iraqê herwiha got: Li gorî rêketinama ewlehîyê ya di navbera Bexda û Waşîngtonê de erka hêzên amerîkî tenê têkoşîna dijî têrorîsmê û perwerdekirina hêzên iraqî ye ne tiştekî din.

Ev gotinên Serokwezîrê Iraqê di bersiva gotinên destwerdanê yên vê dawîyê yên Serokomarê Amerîkayê Donald Trump de ku gotibû Amerîka axa Iraqê ji bo çavdêrîya ser navçê bikar tîne da hatin hilêxistinê.

Sergêrê Wezareta Berevanîya Amerîkayê Patrick Shanahan jî di vê hevdîtinê da idia kir ku erka hêzên amerîkî li Iraqê ne tiştek seratir ji têkoşîna dijî DAIŞ`ê û perwerdekirin û xurtkirina hêzên iraqî ye.