Sibat 11, 2019 17:21 Asia/Tehran
  • Tevgera Esaib Ehli Heqê derbarê plana Amerîkayê ya ji bo xurtkirina DAIŞ`ê li Iraqê hişyarî da

Sêkrêtêrê Gişt Tevgera Esaib Ehli Heqê ya Iraqê derbarê hewildanên Amerîkayê ji bo xurtkirina koma têrorîst a DAIŞ`ê li Iraqê da hişyarî da.

Sêkrêtêrê Gişt Tevgera Esaib Ehli Heqê ya Iraqê Şêx Qêys Xezelî îro di peyameke bi rêya Twwiterê da nivîsî: Dewama hebûna demdirêj a koma têrorîst a DAIŞ`ê li sînorên Iraq û Sûrîyê û paşê jinavbirina wê komê di hefteyekê da nîşan didin ku berjewendîyên Amerîkayê dîyarkerê mayîn an têkbirina vê koma têrorîst in.

Xezelî herwiha got: Amerîka dixwaze DAIŞ` li Sûrîyê têk here ta ku hecet û delîlekê ji bo vekişandina hêzên xwe ji vî welatî bi dest bixe di halekî da ku berjewendîyên vî welatî li Iraqê pêwîst dikin ku ev koma têrorîst were xurtkirinê ta ku Amerîka bi vê hecetê hebûna hêzên xwe li wî welatî bidomîne.

Serokê Sazîya Bedir a Iraqê Sadiq Hisênî jî bal kişand ser wê yekê ku ev welata ne hewcedarê hêzên bîyanî ye, got: Şîyanên Iraqê têra parastina ewlehî û istiqrara vî welatî dikin.

Rêberê Hevalbendîya Al Fatih a Iraqê Hadî Amirî jî ragihand: Rê nayê dayîn ku leşkerên amerîkî li Iraqê bin û hêzên amerîkî tirsonektir ji wê ne ku bikaribin li şarên din dest bi liv û tevgerê bikin.

Serokomarê Amerîkayê DOnald Trump vê dawîyê bi gotina wê yekê ku dil tineye leşkerên amerîkî ji Iraqê vekişîne, got: Waşîngtonê ji bo avakirina bargehên leşkerên yên xwe li Iraqê gellek dirav xerc kirîye û dixwaze wan bargehana biparêze.