Peyama Serokê Parlimana Iraqê ya pîrozkirina çillemîn salvegera serketina Şoreşa Islamî ya Îranê
Serokê Parlimana Iraqê di peyamekê da çillemîn salvegera serketina Şoreşa Islamî ya Îraên li gel û dewleta Îranê pîroz kir.
Serokê parlimana Iraqê Mihemed Helbûsî duh danê êvarê çû sefareta Komara Islamî ya Îranê li Bexdayê û di axavtinekê da rola Îranê di warê alîkarîya bo Iraqê ji bo şerê dijî têrorîsmê ``roleke nayê jibîrkirinê`` zanî û got: Îran û Iraq du welatên islamî û xwedîyê babetên hevpar ên dîrokî û çandî ne û hevkarîyeke çendalî dikin.
Serokê Parlimana Iraqê derbarê boykotên Amerîkayê yên dijî Îranê de jî got: Iraq dijî her cure sîyaseta boykotkirina gelan e û ew boykot dê hin pirsgirêkan ji bo Iraqê saz bikin.
Civata Bilind a Islamî ya Iraqê jî di peyamekê de çillemîn salvegera serketina Şoreşa Islamî ya Îranê pîroz kir û vegerandina heybet û hitbarê bo umeta Islamê û hişyarîya islamî ji destkevtên herî girîng ên vê şoreşê zanîn.
Civata Bilind a Islamî ya Iraqê di wê peyamê da herwiha ragihand ku piştgirîya Komara Islamî ya Îranê ji Filistîn, Libnan, Sûrîye û Iraqê nayê jibîrkirinê.