Sibat 09, 2019 18:13 Asia/Tehran
  • Iraq, Îran û Sûriye li şerrê saybêrî dijî DAIŞ`ê bi hev re hevkariyê dikin

Wezareta IT ya Iraqê ragihand: Ev welata û Sûriye dil hene bi hevkariya teknîkî ya Komara Îslamî ya Îranê li şerrê saybêrî dijî koma terorîst a DAIŞ`ê li navçeyên rojhilata Sûriyê ku cihê kombûna terorîstan tê hesêb, bi hev re hevkariyê bikin.

Li gorî rapora IRNA`yê, Emîr El Beyatî, cîgirê wezîrê IT'yê Iraqê li karûbarên teknîkî û endazyariyê, roja Şemiyê li Bexdayê got: Iraqê dil heye zirûfên înternetê yên welatên cînar ên wekî Îran, Urdin û Tirkiyê bi kar bîne ta ku hemî bikarhînerên ku li vê navçeyê înternetê bi kar tînin, bikaribin xizmetên baş werbigirin.

Beyatî bal kişand ser vê yekê ku komên terorîst ên li Iraq û Sûriyê di salên buhurî de ji bo berbelavkirina fikrên xwe û rewanîşandayîna cinayetên xwe, teknolojiya nû ya têkiliyan bi kar dianîn û herwiha got: Niha du welatên Iraq û Sûriye hewl didin ji bo şerrê dijî van komên terorîst, teknolojiya agahiyan bi kar bînin.

Cîgirê wezîrê IT yê Iraqê herwiha ji hevkariya Iraqê bi Ustralyayê re di warê avêtina satelayteka iraqî bo fezayê agahî da.

Dewleta Iraqê, şikesta koma terorîst a DAIŞ`ê li vî welatî di Kanûna sala 2017`an de ragihand û niha ketiye nav qonaxa berfirehkirina peywendiyan bi welatên din re ji bo gihîştina bi geşepêdana aborî, civakî û siyasî.