Sibat 09, 2019 16:22 Asia/Tehran
  • Rayedarê Heşda Şeibî: Ti cihê Amerîkayê li Iraqê tuneye

Alîkarê çandî yê Rêxistina Heşda Şeibî ya Iraqê got: Iraq landika Berxwedanê ye û Amerîkî divê bizanin ku tu şûna wan li vî welatî tuneye.

Li gorî rapora IRNAyê, Alîkarê çandî yê Rêxistina Heşda Şeibî ya Iraqê, Seyid Haşim Heyderî li rêûrisma çilemîn salvegera serketina Înqilaba Îslamî ku ji aliyê Enistîtûya çandî ya şehîd Seyid Mihemed Baqir Sedr va li Kerbelaya Muella hat lidarxistin, got: Trump divê bizane ku Iraqê landika Berxwedanê li navçeyê ye.

Wî her wiha got: Wisa ku dewlet û millet, eşîr û komên cîhadî yên Iraqê bi awayekî yekparçe bertek nîşanî gotinên kirêt ên serokomarê Amerîkayê (Derbarê dewama hebûna li Iraqê jibo zîrevaniya li ser Îranê) dan, amerîkî divê bizanin ku cihekî wan li Iraqê tune.

Heyderî got: Ramana ku serçavî ji rênîşandanên merceyên mezin li Necefê û Rêberê Giranqedr ê Înqilaba Îslamî ya Îranê digire, dê îznê nede Amerîkayê ku hesê xwe li Iraq û navçeyê bibezîne.

Wî her wiha got: Iraq û hêzên seferberiya gelanî di rewşekê da hema wisa şanaziyê bi serketinên xwe li hemberî tevgerên tekfîrî dikin ku çilsaletiya Înqilabê nîşanî me da ku bi mayîna li ser baweriyê û palpiştiya bi şiyanên xwe û bawernekirina dijminan em dikarinh bigihêjin qûçên bilindtirê û em ji ber van serketinan deyndarê rênimûniyên Îmam Xumênî (RE) ne.