Sibat 08, 2019 18:48 Asia/Tehran
  •  Operasyona hêzên Heşda Şebî ya Iraqê li sînorê Sûriyê

Fermandehiya hêzên Heşda şebî ya Iraqê li operasyona şopandin û paqijkirinê ya şaxên koma terorîstî ya DAIŞ`ê li sînorê navbera Iraq û Sûriyê agahî da.

 Li gorî rapora roja îniyê ya  Al-Alam`ê, fermandetiya hêzên Heşda şebî ya Iraqê bi daxûyaniyekê raghand ku hêzên tîpa 44 a Heşda Şebî operasyona  paqijkirinê li Mûsila navenda parêzgeha  Neynewayê ber bi sînorê Sûriyê bona şopandina şaxên  DAIŞ`ê cih anîn.

  Armanca cihanîna  vê operasyonê dabînkirina  ewlehiya navçên bin kontrolê û girtina pêşiya nifûza endamên DAIŞ`ê û pêkanîna  postên ewlehiyê bona kutakirina gefên navokî yên DAIŞ`ê hatiye raghandin.

 Li gor nûçeyeke din, hevalbendiya  El-Benayê li parlemana  Iraqê bi serokatiya Hadî Amêrî serokê Rêxistina Bedrê biryar e bi hevalbendiya  El-Îslahê bi serokatiya Muqteda Sedr li bara mijara derxistina eskerên  Emerîkayê ji Iraqê hevdîtin û gotûbêj kir.

 Donald Trump serokkomarê Emerîkayê vê dawiyê li hevpeyvîna bi kanala CBS`ê gotiye ku  naxwaze eskerên emerîkî ji Iraqê derxîne.

 Bi jinavçûna DAIŞ`ê li Iraqê li kanûna 2017`an, gel, partî, kesayetî û medya iraqî daxwaza derketina eskerên biyanî ji wan emerîkiyan ji welatê xwe kirin.