Sibat 07, 2019 18:14 Asia/Tehran
  • Heşda Şeibî bi 50 mûşekan pêgeha terorîstên DAIŞ`ê li nav axa Sûriyê bombebaran kir

Heşda Şeibî ya Iraqê li daxûyaniyekê ragihand ku vê saziyê bi 50 mûşekan pêgehên terorîstên DAIŞ`ê li nav axa Sûriyê kiriye hedefa êrişên xwe ku ji ber van êrişan derbên giran li terorîstan ketine.

Li gor rapora ajansa nûçan a Fars Newsê, Heşda Şeibî ya Iraqê li daxûyaniya xwe ya îro pêncşemê ragihand ku vê saziyê bi 50 mûşekan pêgehên terorîstên DAIŞ`ê li nav axa Sûriyê kiriye hedefa êrişên xwe ku ji ber van êrişan derbên giran li terorîstan ketine û gelek ji terorîstan hatine kuştin yan jî birîndar bûne.

Li daxûyaniya Heşda Şeibî destnîşan bûye wan bi 50 mûşekan pêgehên terorîstên DAIŞ`ê li navça El-Baqûz li rojhilata Sûriyê kirine hedef.

Ajansa nûçan a Bexdad El-Yewm`ê ragihandiye ku li van êrişên Heşda Şeibî ser pêgehên terorîstên DAIŞ`ê li nav axa Sûriyê parek ji terorîstan hatine kuştin.

.