Çile 22, 2019 17:30 Asia/Tehran
  • Helwêsta hevpar a fraksiyonên kurdistanî yên Meclisa Iraqê li ser bûceya 2019`an

Fraksiyonên kurdistanî yên Meclisa Iraqê li civîneka hevpar, li ser hilêxistina helwêsteka hevpar a li ser pêşniyarqanûna bûceya 2019`an a Iraqê û mijarên di navbera Hewlêr û Bexdayê de lihev kirin.

Li gorî rapora Kurdpress`ê ji zarê SNN`ê fraksiyonên Partyên Yekiîtiya Niştîmanî (YNK), Partya Demokrat (Parti), Tevgera Goran, Cimaeta îslamî, Yekgirtûya Îslamî û Hevpeymaniya ji bo Demokrasî û Dadê, civînekê li ser hilêxistina helwêsteka hevpar û hevkariya li ser pêşniyarqanûna bûceya sala 2019`an a Iraqê, xwestekên Kurdan li bûcê û mesele û mijarên têkildarî peywendiyên di navbera Hewlêr û Bexdayê de li dar xistin.

Li daxuyaniya dawîn a vê civînê hate ragihandin ku li vê civînê parlimanterên Kurd li ser hilêxistina helwêsteka hevpar li hember xalên navbirî lihev kirine û ragihandin ku ji wir şûnda wê li hember pêşniyarqanûna bûcê û herwiha mijarên di navbera Hewlêr û Bexdayê de bi awayekî hevpar tev bigerin û wê helwêstên hevpar û wekhev bigirin ber xwe.

Parlimanterên Kurd ên Meclisa Iraqê, herwiha ji dewleta navendî ya Iraqê û Herêma Kurdistana Iraqê xwestin ku piştî pejirandina bûceya 2019`an a welêt sozdarî wê bimînin û xalên bûcê bi tamî cih bînin.

Herwiha li vê daxuyaniyê li ser pêwîstiya hevdengiya di navbera parlimanterên Kurd ên Meclisa Iraqê bi dewleta Iraqê û Herêma Kurdistana Iraqê de û herwiha pêkanîna zelaliyê li çalakiyên niftî yên di navbera Hewlêr û Bexdayê de pêgîrî kirine.