Çile 21, 2019 17:11 Asia/Tehran
  • Hewildana Amerîkayê bona pêkanîna aliyên ser bi grûpa terorîst a DAIŞ`ê li Iraqê

Qumandê hêzên gelanî yên Iraqê li mêhwera rojavaya parêzgeha El-Emnbarê basa hewildana Amerîkayê bona pêkanîna aliyên ser bi grûpa terorîst a DAIŞ`ê li nav axa Iraqê û Sûriyê kir.

Qasim Muslêh qumandê hêzên gelanî yên Iraqê li mêhwera rojavaya parêzgeha El-Emnbarê ji li gotûbêja xwe ya duh yekşemê tev ajansa nûçan a IRNA`yê got: Li her derê ku hêzên amerîkî hene endamên grûpa terorîstî ya DAIŞ`ê hema bi azadiyekî zêdetir hatin-çûnê dikin.

Qasim Muslêh bal kişande ser amadebûna hêzên Heşda Şeibî li sînorên hevpare di navbera Iraq û Sûriyê û ragihand: Li halê ku şerê giran di navbera hêzên HSD`ê û grûpa terorîstî ya DAIŞ`ê li El-Sûsê û Hecînê li rojhilata Sûriyê didome, eskerên amerîkî bi dû operasiyonên sîxorîkirin û nasandinê bona êrişên terorîstî dijî hêzên berxwedanê ne.

Muyîn El-Kazimî qumandekî dine Heşda Şeibî ya Iraqê jî duh yekşemê li hemberî gefên vê dûmahîkê ye  Rejîma Siyonîstî bona êrişa ser pêgehên Heşda Şeibî li nav axa Iraqê got: Bi hazaran mûşek bona bersivdayîna bi vê êrişa hêtimalî ya Îsrayîl amade ne.

Wezîrê karên derve yê Amerîkayê, Mayk Pompêo pêştir îdia kiribû ku Rejîma Siyonîstî biryar heye pêgehên grûpên çekdar li nav axa Iraqê bike hedefa êrişên xwe.