Çile 21, 2019 12:49 Asia/Tehran
  • Iraq: Pêkanîna welatê Filistînê bi paytextîya Qudsê helwêsta misoger a Bexdayî ye

Wezîrê Karên Derve yê Iraqê pêgirî kir ku piştgirîya ji meseleya Filistînê û pêkanîna welatê Filistînê bi paytextîya Qudsê helwêsta teqil û misoger a welatê wî ye.

Wezîrê Karên Derve yê Iraqê Mihemedelî hekîm di hevdîtina digel Serokwezîrê Teşkîlata Xwerêvebir a Filistînê Ramî Hemdullah li rex civîna aborî ya Yekitîya Ereban li Bêyrûtê da got: Bexda bi awayekî taybet bala xwe dide ser meseleya Filistînê û bandorên wê ser ewlehî û istiqrara herêmê û careka din pêgirîyê li ser helwesta xwe ya teqil a di vî warî da dike.

Wezîrê Karên Derve yê Iraqê di vê hevdîtinê da piştî haydarbûna ji rewşa herî dawîyê ya Filistînê pêgirî li ser pêwîstîya çêtirkirina rewşa aborî û debara jîyana welatîyên filistînî û kêmkirina êş û derdên wan kir.

Her du alîyan di vê hevdîtinê da alûgurên herîdawîyê yên Filistînê û rewşa navçê hilkolandin.