Çile 20, 2019 17:15 Asia/Tehran
  • Pilana Kongireya Amerîka dijî hêzên berxwedana Iraqê

4 nûnerên kongireya Amerîka bilî diyarkirina hêrsbûna xwe ji rola bereya Nucebaya Iraqê ji hêzên berxwedana vî welatî (Heşda Şeibî) piştevaniya xwe ji boykota vê bereyê ragihandin.

Li gor rapora ajansa nûçan a IRNA`yê, Cew Vîlson, Brêd Şêrmen, Stîv Çabût û Tam Sûzî  4 nûnerên kongireya Amerîka bilî diyarkirina hêrsbûna xwe ji rola bereya Nucebaya Iraqê ji hêzên berxwedana vî welatî (Heşda Şeibî) ragihandin ku ewna ji her cure boykotekî Koşka Sipî ya Nuceba û grûpên dine berxwedana Iraqê piştevaniyê dikin .

Van nûnerên kongereya Amerîka piştevaniya her cure boykota berxwedana Iraqê kirin.

Bere yan grûpa Nuceba li sala 2013 bona parêzvaniya heremên ehlê beyta Pêxeber (s) û girtina pîşiya kuştina xelkê bê gunehe Iraqê bi palpiştiya dewletên Iraq û Sûriyê pêk hat û şerê dijî terorîstên DAIŞ`ê destpê kir.