Çile 20, 2019 17:12 Asia/Tehran
  • Serokwezîrê Iraqê: Çareseriya dijberî û pirsgirêkên navbera Hewlêr û Bexdayê  di nav bernama sereke ya hikûmet de ye

Serokwezîrê Iraqê li hevdîtina alîkarê serokê meclisa Iraqê desnîşan kir ku çareseriya dijberî û pirsgirêkên navbera Hewlêr û Bexdayê di nav bernama sereke ya hikûmet de ye.

Malpera fermî ya PDK ragihand ku li hevdîtina Serokwezîrê Iraqê Adil Ebdulmehdî û alîkarê serokê meclisa vî welatî Beşîr Xelîl Hedad  mesela para Herêma Kurdistana Iraqê ji bûdca giştî ya 2019-an a Iraqê hat hilkolandin û li vê hevdîtinê de her du aliyan pêgîrî kirin ku divê meaş û mûçeya kedkar, karmend, pêşmerge û mûçewergiran ji mesele û pirsgirêkên navbera Hewlêr û Bexdayê werin cihêkirin û divê dayîna meaş û mûçeya wan ti pêwendiya xwe bi pirsgirêk  û meselên siyasî re tine.

Ebdulmehdî pêgîrî kir ku çareseriya dijberî û pirsgirêkên navbera Hewlêr û Bexdayê  di nav bernama sereke ya hikûmeta wî de ye û ew ê ji bo vê yekê çi ji destê wî were bike.

Li vê hevdîtinê herwiha mesela Kerkûkê û normalkirina rewşa vî bajarî jî hat hilkolandin û desnîşan bû ku ev mesela divê li çarçova qanûna bingehîn a Iraqê û bi lihevkirina gişt pêkhatiyên vî bajarî safî bibe.

Adil Ebdulmehdî û Beşîr Xelîl Hedadherwiha li ser rewşa Şengalê û awareyên kempên li Herêma Kurdistanê û dayîna meaşê bo malbatên şehîdan enfalkiriyan jî axivtin û xwestin pêwendiya navbera hikûmet û meclisê qahêm bibe.