Çile 20, 2019 13:49 Asia/Tehran
  • Komeke terorîstên DAIŞê li Kerkûkê ji nav çû

Yekîneya Îstixbarat û Xebata li dij Terorîsmê ya Iraqê ragihand ku hêzên wê komeke terorîstên DAIŞê li Kerkûkê ji nav bir.

Kanala Al-Alamê ragihand: berdevkê navenda Ragihandina Ewlekariyê ya Iraqê Yehya Resûl got: Yekîneya Îstixbarat û Xebata li dij Terorîsmê ya Iraqê li gundê Qere Tepe ya devera Yaycî ya parêzgeha Kerkûkê komeke terorîstên DAIŞê ji nav bir.

Li devera El-Behîrat ya rojhilata bajarê Cerf el-Nesir li bakura parêzgeha Babilê hêzên artêşa Iraqê li 22 kîlometrên çarkonc operasiyonek pêk anîn û gelek ji tûnelên terorîstên DAIŞê dîtin û îmha kirin.

Li gor nûçeyeke din serokê Komîteya Ewlekariyê ya Konseya parêzgeha Enbarê Neîm el Keûd got: Hêzên Amerîkayê yên ku ji Sûriyê derxistine li bargehên leşkerî yên deverên Eyn El-Esed, Qyîm û El-Rutbe yên parêzgeha Enbarê bi cih bûne.