Wezîrê karên derve yê Fransayê gihêşt Bexdayê û dê here Hewlêr û Necefê jî
Wezîrê karên dreve yê Fransayê sefera Bexadyê kiriye cihê ku biryar e bi hevtayê xwe yê iraqî û serokên hêzên sêalî yên vî welatî re hevdîtinê pêk bîne û piştî wê jî berê xwe bide Hewlêr û Necefê.
Li gorî rapora Kurd Press`ê, û ji zarê Someriye News`ê, Jan Îyo Loderyan wezîrê karên dreve yê Fransayê îro berî nîvro bo sefereke fermî gihêşt balefirgeha navneteweyî ya bajarê Bexdaya paytexta Iraqê ku bi berpirsên pilebilind ên vî welatî re hevdîtin û gotûbêjê bike.
Li vê barê çavkaniyeke agehdar li wezareta karên derve ya Iraqê raghand ku armanca hevdîtinên wezîrê karên derve yê Fransayê li Bexdayê, hilkolandina peywedniyên navbera her du welatan û berfirehkirina wê li warên aborî û ewlehiyê ne.
Ji aliyê din ve belgeyeke munteseb bi Wezareta karên derve ya Iraqê, bernama pêşniyarkirî ya sefera Loderyan û taxima bi wî re nîşan dide ku li gor wê, ew li Bexdayê di rêzê de tev Adil Ebdulmehdî, Berhem Salih, serokkomar û Muhemed Helbûsî serokê parlemana nûnerên vî welatî hevdîtinê dike.
Li belga hanê hatiye ku werzîrê karên derve ya Firansayê îro berêvarê berê xwe da Hewlêrê, navenda Herêma Kurdistanê û sibê nîvro jî ji vî bajarî dê here Necefa Eşref ziyareta herema paqij a Îmam Elî( s) û dixweze beriya wê jî bi ayetullah uzma seyd Elî Sîstanî, merceyê bilindqedr ê şîeyên Iraqê hevdîtinê pêk bîne lê hîn ev hevdîtina cih nehatiye.