Çile 14, 2019 16:20 Asia/Tehran
  • Hevdîtina Zerîf tev serok û nûnerên komên cûrbicûr ên iraqî

Wezîrê Karên Derve yê Komara Îslamî ya Îranê di duyemîn roja sefera xwe bo Iraqê bi awayê cida bi serok û nûnerên komên cûrbicûr ên vî welatî ra hevdîtin û gotûbêj kir.

Wezîrê Karên Derve yê Komara Îslamî ya Îranê, Mihemed Cewad Zerîf li hevdîtina bi serok û nûnerên kom, rêxistin û saziyên mezhebî, siyasî, çandî, etnîkî û civakî yên Iraqê ji wan serok û endamên weqfa kevnare û nûnerên kêmîneyên mesîhî, Saibî, Tirkmen û Êzdî ra li ser pêwendiyên bi biratî û li gorî rêzgirtina dualî navbera her du welatan da pêgirî kir.

Zerîf her wiha got: Pêwendiyên nêzik navbera gelên Îran û Iraqê, xaleka hêviyê û mînakeka gellek baş ji pêwendiyên gelên navçeya Rojhilata Asyayê ye.

Şêx Ebduletîf Hemîm Serokê Rêvebiriya Ewqafa Suneyan a Iraqê jî li vê hevdîtinê, berevaniya ji Komara Îslamî ya Îranê li hemberî boykotên zalimane yên Amerîkayê wek Waciba Şerî da zanîn.

Nûnerên komên cûrbicûr ên iraqî jî li van hevdîtinan li ser meyl û meraqa xwe ya domandin û xurtkirina pêwendiyên nêzik û bi dostanî digel Komara Îslamî ya Îranê destnîşan kirin.

Wezîrê Karên Derve yê Komara Îslamî ya Îranê di çarçova sefereka çarrojî da, roja Yekşemiyê gihîşte Iraqê.

Hevdîtina tev  berpirsên iraqî û amadebûna li sê komcivînên ticarî yên çalakên abûrî yên beşên sivîl ên du welatan li Bexda, Silêmaniyê û Kerbelayê ji wan bernameyên Zerîf li sefera wî ya Iraqê ne.