Çile 14, 2019 13:05 Asia/Tehran
  • Wezîrê nifta Iraqê: Hewlêr di rojê da 420 hezar bermîlên niftê difiroşe

Endamekî Komsyona Aborî ya Parlimana Iraqê ji zarê Wezîrê Nifta vî welatî ragihand ku Herêma Kurdistana Iraqê di rojê da 420 hezar bermîlên niftê difiroşe.

Li gorî gotina Endamê Komsyona Aborî ya Parlimana Iraqê Hişyar Ebdullah, Wezîrê Nifta Iraqê Samir Gezban di civîneke digel Komsyona Aborîyê da ragihandîye ku Hewlêr di rojê da 420 hezar bermîlên niftê li bazarên derve difroşe.

Wî herwiha got: di civîna Parlimana Iraqê da jî ku bi merema hilkolandina pêşnuma bûca giştî ya sala 2019`ê ya Iraqê û pişka Herêma Kurdistanê ji wê bûceyê hat lidarxsitinê, hejmareke parlimanteran pêgirî kirine ku divê li gorî gotinên Gezban, Herêma Kurdistanê ji bo vergirtina pişka xwe ji bûcê, divê 420 hezar bermîl nift di rojê da radestî Bexdayê bike û eva di halekî da ye ku di pêşnuma bûcê da 250 hezar bermîl di rojê da hatîye kivşkirinê.

Hoşyar Ebdullah herwiha got ku hin parlimanteran ji ber vê yekê ku di xala C a pêşnuma bûcê da dayîna miaşên karmendên Herêma Kurdistanê û bûca Hêzên Pêşmerge bi radestkirina niftê ji hêla Hewlêrê va nehatîye girêdanê rexne kirine û pêgirî kirine ku ev xala dibe sebeb ku Herêma Kurdistanê hîç pêbendîyek li cihanîna rêketinamên têkildarî niftê yên digel Bexdayê tinebe. 

Li hemberî wan, parlimanterên kurd jî pêgirî kirine ku delweta Iraqê divê mercên din ji bo pêbendîya Herêma Kurdistanê bi radestkirina niftê kivş bike.