Çile 14, 2019 10:54 Asia/Tehran
  • Pêgirîya Serokê Bereya Hikmeya Netewî ya Iraqê ser berfirekirina peywendîyên digel Îranê

Serokê Bereya Hikmeya Netewî ya Iraqê ji sepandina boykotên yekalî yên Amerîkayê ser Têhranê da rexne kir û got: Wan boykotana Iraq ji bo berfirekirina peywendîyên digel Komara Islamî ya Îranê micidd kirine.

Serokê Bereya Hikmeya Netewî ya Iraqê Seyîdemmar Hekîm şeva buhurî di hevdîtina digel Wezîrê Karên Derve yê Îranê Mihemedcewad Zerîf li Bexdayê da herwiha got: Îran hertim piştgirê Iraqê bûye û ser vî esasî em li dijî wan boykotan in û wan şermezar dikin.

Serokê Bereya Hikmeya Netewî ya Iraqê got: Sepandina boykotên yekalî ji hêla Amerîkayê va karekî bêmînak di danusitandinên navnetewî da ye.

Seyîdemmar Hekîm ku di eynî halî da Serokê Fraksyona Çaksazî û Avedankirina Iraqê ye, herwiha got: Komara Islamî ya Îranê di şerê dijî dijî koma têrorîst a DAIŞ`ê da gellek alîkarî da Iraqê û rola Îranê di vî warî da ne ya inkarkirinê ye.

Wî herwiha got: Vekişîna hêzên amerîkî ji Sûrîyê herçend ku hêdî pêk tê lê, yek ji alûgurên herî girîng ên herêmê ye û dê roleke erênî li alûgurên Sûrîyê hebe.

Wezîrê Karên Derve yê Îranê jî di vê hevdîtinê da, qedrê merceyê olî û rêvebirên sîyasî yên iraqê ji wan Seyîdemmar Hekîm di warê dabînkirina ewlehî, istiqrar û yekperçetîya axa Iraqê de girt.

Wezîrê Karên Derve yê Îranê duh ji bo hevdîtina digel berpirsên iraqî û pişkdarîya di sê konfiransên ticarî yên çalakên aborî yên pişka sivîl a her du welatan li Bexda, Silêmanî û Kerbelayê seredana vî welatî kir.