Ji ber êrişa xwekujî li rojavaya Iraqê zêde ji 25 kes hatine kuştin yan jî birîndar bûne
Ji ber teqîna erebeyekî bombekirî li parêzgeha El-Enbarê li rojavaya Iraqê zêde ji 25 kes hatine kuştin yan jî birîndar bûne.
Li gor rapora telivîzyona El-Meyadîn, îro îniyê ji ber teqîna erebeyekî bombekirî li bazara bajarê El-Qaimê li parêzgeha El-Enbarê li rojavaya Iraqê 2 kesên sivîl hatine kuştin û 25 kes jî birîndar bûne.
Li gor agehdariyên belavbûyî du kesên xwekuj li başûra bajarê Qaimê erebeyekî bombekirî teqandin.
Pêştir û li Tebaxa bihurî ji ji ber du teqînên terorîstî li bajarê Qaimê hinek ji welatiyên iraqî bûne qurbanî.
Bingehên iraqî herwisa ji êrişa terorîstên DAIŞ`êp ser malbatekê li başûra parêzgeha Selahedînê li bakûra Bexdayê xeber dan.
Hatiye ragihandin ku ji ber vê êrişa terorîstan endamekî vê malbatê hate kuştin û 7 kesên din ji wan çend jin û zarok jî birîndar bûn.