Çile 11, 2019 16:24 Asia/Tehran
  • 
Li Mûsilê di gorek komî de cenazeyê 38 jinan hat dîtin

Li Mûsilê cenazeyê 38 jin di gorek komî de hatin dîtin. Li gorî lêkolînên hatin kirin, ev jin ji aliyê DAIŞ'iyan ve hatine qetilkirin.

Li bajarê Iraqê Mûsilê gorek komî hat dîtin. Li gorî agahiyan, 40 kîlometre nêzî başûrê gundê Kabîr ê navçeya Şora ya Mûsilê, goreke komî hat dîtin. Hat diyar kirin ku di gora komî de cenazeyê 38 jinan hetiye  dîtin û li gorî lêkolînên hatin kirin, ev jin ji aliyê DAIŞ'iyan ve hatine kuştin. Ji bo nasnameya cenazeyan bên tespît kirin, lêpirsîna hatiye destpêkirin.

 Weke ku tê zanîn DAIŞ di Hezîrana 2014'an de ketibû Mûsile û heya  sala 2017'an de weke paytexta xwe îlan kiribû û bi hezaran kes qetil kiribûn. Li bajêr heya roja îro nêzî 200 gorên komî hatine dîtin.