Çile 11, 2019 13:34 Asia/Tehran
  • Serokomarê Iraqê: Em dixwazin pêwendiyên Bexda-Tehranê berfire bibin

Serokomarê Iraqê li hevdîtina wezîrê niftê yê Komara Îslamî ya Îranê got: Em dixwazin pêwendiyên Bexda-Tehranê berfire bibinû ev yeka ser xêr û kara ewlehî û îstiqrarê li navçê ye.

Serokomarê Iraqê Berhem Salih duh êvarê li hevdîtina wezîrê niftê yê Komara Îslamî ya Îran Bîjen Zengene û taxima pê re li Bexdayê got: Armanca Bexdayê berfirekirina hevkarî û pêwendiyan bi Komara Îslamî ya Îranê re li gişt waran bi taybet nift û enerjiyê ye.

Wezîrê niftê yê Komara Îslamî ya Îranê jî li vê hevdîtinê razîbûna xwe derheq asta pêwendî û hevkariyên navbera du welatan diyar kir û got ku Komara Îslamî ya Îranê amade ye van pêwendî û hevkariyana qahêm û zêde bike.

Zengene ku duh bi taximekê ve sefera Iraqê kir bi fermî li Bexdayê ji aliyê wezîrê niftê yê Iraqê Samir El-Xezban ve hat pêşewazîkirin. piştî vê yekê wî bi serokwezîrê Iraqê Adil Ebdulmehdî re ser pêwendiyên du welatan xeber da.

Zengene li vê seferê bi taxima birêvebirên dercebilind a wezaretxanên nift û cereyana Iraqê re jî muzakire kir ku di vê muzakireyê de wezîrê niftê yê Iraqê Samir El-Xezban û wezîrê cereyanê Liwî Xetîb jî beşdar bûn.

Wezîrê Îranê yê niftê piştî hevdîtina bi serokomarê Iraqê re sefera xwe ya yek rojî kuta kir û vegeriya Tehranê.