Çile 11, 2019 11:28 Asia/Tehran
  • Keştiyeke 52 penaberên kurd tê de li nêzîk Îtalya noq bû

Keştiyek bi 52 penaberên kurd li peravên Îtalyayê şikest, hemû koçber hatin rizgarkirin.

Sergêrê Giştî yê Yekîtiya Penaberên Iraqê Arî Hersîn diyar kir ku pênşemê saet 4:00 berbangê keştiyek ku 52 welatiyên kurd tê de bûn ji Yewnanistanê ber bi Îtalyayê birê ket û berî bikeve peravên Îtalyayê ew şikest.

Sergêrê Giştî yê Yekîtiya Penaberên Iraqê da zanîn ku hêzên parastina derya nêzîkî wê bûyerê bû û karîn wan penaberan rizgar bikin, wî herwiha tekez kir ku di nav wan penaberan de 6 jin û 4 zarok jî hebûn.

Herwiha behsa wê yekê jî kir ku piştî du saetan ji bûyerê jinek û zarokek hat dîtin, lê heta niha çarenivîsa penaberekî nediyar e.