Hevdîtina Berhem Salih bi Mîrê Qeterê re li Dûhayê
Çile 10, 2019 18:09 Asia/Tehran
Mîrê Qeterê îro Pêncşemiyê pêşewaziya serokkomarê Iraqê li Dûhayê kir.
Nivîsgeha medyayî ya Berhem Salih serokkomarê Iraqê li daxûyaniyekê raghand ku Salih bi Temîm Bin Hemd Alê Sanî, mîrê Qeterê û hin berpirsên vî welatî re li Dûhayê hevdîtin pêk anî.
Her du alîyan nihêrînên xwe têkildarî alûgurên rewşa siyasî û ewlehiyê li warên erebî û navneteweyî û pêwîstiya hewahengiya nihêrînên hevpar û sekinîna ser siyaseta mudaxilenekirina li karûbarên navxweyî yên welatan xistin rojevê.
Berhem Salih serokkomarê Iraqê duh 9ê Çillê li sefereke fermî çû Dûheya paytexcta Qeterê.