Çile 09, 2019 20:07 Asia/Tehran
  • Pêgirîya Serokomarê Iraqê li ser rêzgirtina li serxwebûn û serwerîya vî welatî

Serokomarê Iraqê Berhem Salih di hevdîtina digel Wezîrê Karên Derve yê Amerîkayê Mike Pompeo li Bexdayê da pêgirî li ser rêzgirtina li serxwebûn û serwerîya netewî ya Iraqê kir.

Li gorî daxûyanîya nivîsgeha serokomartîya Iraqê, Berhem Salih îro di hevdîtina digel Wezîrê Karên Derve yê Amerîkayê Mike Pompeo da ku li Bexdayê pêk hat, got ku Iraq pêgirîyê li ser pêkanîna peywendîyên hevseng digel hemî welatên dost û hevpeyman di çarçova rêzgirtina li serxwebûna di warê dengdayîn û biryardayînê da, serwerîya netewî û isûlên xwe kir.

Ofîsa Serokê Parlamentoya Iraqê derbarê serdana Pompeo de ragihand ku “Serokê parlamentoyê û Lijneya Peywendiyên Derve ya Iraqê pêşwaziya Wezîrê Karên Derve yê Amerîkayê Mike Pompeo kir.”

Eva yekem serdana Mike Pompeo wek Wezîrê Karên Derve yê Amerîkayê bo Iraqê ye.

Wezîrê Karên Derve yê Amerîkayê Mike Pompeo duh jî gihîşte Urdinê û biryar e 8 rojan li vê navçeyê bimîne.

Pompeo dixwaze di vê geşta xwe ya ji bo Rojhilata Navînê de, derbarê stratejiya Amerîkayê ya li Rojhilata Navînê de bi hevpeyman û hevalbendên Waşîngtonê re gotûbêjê bike.