Çile 09, 2019 17:08 Asia/Tehran
  • Wezîrê Karên Derve yê Amerîkayê gihîşt Bexdayê

Wezîrê Karên Derve yê Amerîkayê Mike Pompeo di geşta xwe ya ji bo Rojhilata Navîn de, gihîşt paytexta Iraqê bajarê Bexdayê.

Wezîrê Derve yê Amerîkayê Mike Pompeo îro  gihîşt Bexdayê û ligel Serokê Parlamentoya Iraqê Mihemed Helbûsî civiya.

Ofîsa Serokê Parlamentoya Iraqê Mihemed Helbûsî derbarê serdana Pompeo de ragihand ku “Serokê parlamentoyê û Lijneya Peywendiyên Derve ya Iraqê pêşwaziya Wezîrê Karên Derve yê Amerîkayê Mike Pompeo kirin.”

Ev yekem serdana Mike Pompeo wek Wezîrê Karên Derve yê Amerîkayê bo Iraqê ye.

Wezîrê Karên Derve yê Amerîkayê Mike Pompeo roja duh gihîşte Urdinê û biryar e 8 rojan li vê navçeyê bimîne.

Pompeo dixwaze di vê geşta xwe ya ji bo Rojhilata Navîn de, derbarê stratejiya Amerîkayê ya li Rojhilata Navînê de bi hevpeyman û hevalbendên Waşîngtonê re gotûbêjê bike.