Çile 08, 2019 17:37 Asia/Tehran
  • Xesteka cîgirê serokê Parlemana Iraqê bona lêkolîna li ser îdiaya Telavîvê

Cîgirê serokê Parlemana Iraqê ji wezareta karên derve ya vî welatî xwest li bara gotegotên sefera taximên iraqî bo Têlavîvê hin raveyan raber bike.

Wezîrê karên derve yê Rejîma Siyonîst, şeva yekşemiyê îdia kir sê taximên iraqî di sala 2018`an de seredana Erdên dagîrbûyî kirine.

Li gorî rapora roja dueşmê ya malpera Sûmeriye News a Iraqê, Hesen El Kebî, cîgirê serokê Parlemana Iraqê li daxuyaniyekê ji Komîteya Peywendiyên derveyî ya parlimana Iraqê jî xwestiye li bara vê îdiayê lêkolînê bike.

El Kebî herwiha got: Mesela sefera bo Erdên Dagîrbûyî, cixiza sor û mijareka pirr hestyar ji bo misilmanên li her dera cîhanê ye.

Ev îdia li halekê ye ku Iraqê heya niha tu peywendiyek bi Rejîma Siyonîst re tunebûye û vê rejîmê bi fermî nas nake.

Di eynî demê de Haşim El Rikabî, serokê nivîsgeha Nûrî Malikî, serokwezîrê berê yê Iraqê pêgîrî kir: Îsraîl bi belavkirina hin gotegotan hewl dide wiha bide nîşandan ku welatên Ereb hes dikin ku peywendiyên xwe bi vê rejîmê re asayî bikin.

Rikabî herwiha got: Iraq welatek e nihêrîn û biryareka ron li hember pênaseya bidijminatî ya Rejîma Siyonîst heye û şêwazên bi vî awayî qet bandorê li siyaseta Iraqê nakin.