Kanûn 16, 2018 19:21 Asia/Tehran
  •  Serokkomarê Iraqê mafê welatêbûna xwe ya înglîz îbtal kir

Nivîsgeha Serokkomariya Iarqê ragihand ku li gor qanûna bingehîn a Iraqê, serokomarê nû yê Iraqê mafê welatîbûna xwe ya ingilzî îbtal kir.

 Li gorî rapora Fars News`ê, Luqman El-Fêylî, berdevkê saziya serokkomariya  Iraqê îro yekşemiyê ragihand ku Berhem Salih serokkomarê vî welatî,  mafê welatîbûna xwe ya  ingilîzî îbtal kir. 

 Li gorî rapora  Wekale El-Enba El-Iraqiye, berdevkê serokkomariya Iraqê raghand: Berhem salih li gor  qanûna bingehîn a Iraqê dev ji mafê welatîbûna xwe ya inglzîî berda û kiryarên hiqûqî û qanûnî bona îbtalkirina   mafê welatîbûna xwe ya inglîzî kemland. 

 Tê gotin Berhem Salih li heyamê hikûmeta Sedam ji ber dijberiya xwe li hember nizama serdest a Iraqê karîbû mafê welatîbûna xwe ya inglîzî wergire.

 Li daxûyaniya  serokomariya Iraqê hatiye ku tevî rêzgirtin û sipasiya ji paşayê Brîtanyayê ku li rojên dijberiay wî bi Rejîma  Sedam re mafê welatîbûna  ingilîz da wî. Ew jî li gor  xala çaran a qanûna bingehîn  kesê ku posteke hakimiyetê werdigre dev ji vê mafê xwe  ber dide.