Operasyona serketî ya hêza hewayî ya artêşa Iraqê li dijî DAIŞê li axa Sûriyê
Li encama êrişa hêza hewayî ya artêşa Iraqê ser kombûna serkirdeyên DAIŞ`ê li navça Sosê ya parêzgeha Dêrazorê li Sûriyê hejmarek ji endamên koma terorîstî ya DAIŞ`ê hatin kuştin.
Li gorî rapora roja yekşemiyê ya Mehr Newsê, Ebûelî El-Beserî serokê dayira lêzanîn û rawestana li ber terorîzma Iraqê bal kişand ser vê yekê ku terorîstên DAIŞ`ê dil hebûn ku derbasî axa Iraqê bibin û got: li nav terorîstên hatîkuştinê Înad Herem Muhemedî wezîrê şêr yê DAIŞê û Secad Elî Hudeyn El-Husnawî alîkarê Ebûbekir Bexdadî serkirdê xwekivşkirî yê DAIŞ`ê jî beşdar bibûn.
Navenda raghandinê ya fermandehiya artêşa Iraqê sêşemiyê 11 kanûnê jî li bara bombebaran meqerên DAIŞ`ê li parêzgeha Dêrazorê li rojhilata Sûriyê ji aliyê balefirên cengê yên F-16 a vî welatî û kuştina hejmareke zêde ji terorîstan agahî da.
Pêştir jî balefirên cengê yên iraqî operasyonên curbicur li dijî armancên DAIŞê li axa Sûriyê bi hevahengiya dewleta Şamê cih anîn.
Tevî işkesta DAIŞê li Iraq û Sûriyê, endamên mayî yên vê koma terorîstî bi awayekî berbilav li navçên sînorî yên Iraq û Sûriyê de bi cih bûne û operasyonên terorîstî cih tînin.