Kanûn 16, 2018 17:03 Asia/Tehran
  • Iraqê ji Tirkiyê xwest êrişên xwe rawestîne

Cîgirê Serokê Parlementoya Iraqê Beşîr Hedad ligel Serokê Parlementoya Tirkiyê Binali Yildirim civiya û jê daxwaz kir ku Artêşa Tirkiyê bombebaranên xwe yên ser axa Iraq û Herêma Kurdistanê bide sekinandin.

Di çarçoveya kongreya duyem a parlementeran a bi navê Qudsê de ku niha li Stenbolê bi beşdariya serokên parlemanên welatên herêmê birêve diçe, serokê şanda parlementoya Iraqê Beşîr Hedad ligel Serokê Parlementoya Tirkiyê derheq çend mijaran de gotûbêj kirin.

Li gor daxuyaniya Ofîsa Serokê Parlementoya Iraqê, Beşîr Hedad behsa bombebarana firokeyên Tirkiyê yên ser Herêma Kurdistanê de kiriye û ragihandiye "divê Tirkiye siyaseta xwe ji ber çavan re derbas bike û bombebaranan jî bide sekinandin, çimku piraniya kesên ku dibin qurbanî welatî û xelkê sivîl in. Divê Tirkiye serweriya axa Iraqê biparêze û êdî derbas nebe.”

Di civînê de Cîgirê Serokê Parlementoya Iraqê û Serokê Parlementoya Tirkiyê tekezî li ser wê yekê kirine ku giring e peywendiyên navbera herdu welatan ber bi pêş ve biçin bi awayekî ku peywendî werin bihêzkirinê.

Şeva pêncşemê 13-12-2018, Artêşa Tirkiyê pêgehên PKK`ê yên li Şingalê û kampa penaberan a li Mexmûrê kire armanc û di êrişan de çar kesan canê xwe ji dest dan û pênc kes jî birîndar bûn.