Lidarxistina civîna çaralî navbera Îran, Rûsiye, Iraq û Sûriyê li Bexdayê
Çaremîn civîna salane ya guhartina lêzanînan navbera Îran, Rûsiye û Sûriyê li Bexdayê hat lidarxistin.
Li gorî rapora ISNA`yê, û ji zarê ajansa nûçana El-Exbariyê, çaremîn civîna salane ya Îran, Rûsiye, Iraq û Sûriyê îro yekşemiyê hevgavê salvegera serketina Iraqê ser DAIŞ`ê li Bexdayê bi serokatiya serleşkir Sed Mezher El-Elaq serokê îstixbarata eskerî ya Iraqê hat lidarxistin.
Mezher El-Elêaq li vê civînqa çaralî destkewtên giring ên veguhartina lêzanînên eskerî navbera van çar welatan li şerê li hemebr DAIŞ`ê ku yek ji hokarên işkesta DAIŞê û serketina Iraqê bû, raber kirin.
Wî di dewamê de bal kişand ser hevkariyên berdewam û bi encam navbera van çar welatan û got ku ev welat li xebat û pêngavên nû jî li pêşerojê beşdariyê bikin.